08 Şubat 2016 Pazartesi

Mêrxasê Berriyê Dewrêşê Evdî

Nivîsek a dîrokî û taybet jî pênûsa Mamoste Recep Dildar; Mêrxasê Berriyê

17 Ağustos 2012 Cuma 00:57
Mêrxasê Berriyê Dewrêşê Evdî
Mêrxasê Berriyê / Recep Dildar

Me Dewrêşê Evdî bi strana “delal” nas kir.. Bi vê strana ku her dengbêj bi terzeke cûda dibêje û di nav dilê her evîndarekî/ê de bi awayeke din brîneke kûr vekolaye. Straneke dilşewat e. Lewra evîna herdu ciwanan bixwe dil dişewitîne. Evîneke bêmirad e. Evîneke heq e.. Ev bûyer li seranserê Kurdistanê tê zanîn û tê gotin.


Nivîskarê Romana Dewrêşê Evdî Eyüp Kıran di pêşgotina romanê de wisa dibêje:

“Destana Dewrêşê Evdî di nav Kurdan de li gelek herêman de tê gotin.Li Anadoliya Navîn, li Kafkasyayê, li Serhedê, li Berriyê, bi her zaravayî tê gotin….”
 Ji ber wê ye ku strana evîna Edûla Gulîmor û Dewrêşê Evdî ji ser zimanan kêm nabe. Her xort û keçên dest bi evînekê dikin, bi strana delal silavekê dişînin ji evîna wan ya pîroz re û dilê wan şa dikin.
Li Berriya Milan, li ser girê Edşanê serê Dewrêşê Evdî li ser çoka Edûla Mîrê Milan e û nefesa paşîn dide. Edûlê dizane ku Dewrêşê Evdî yê mirinê ye, lê dixwaze di nefesa dawîn de delalê ber dilê wê bizanibe ku evîna wê ne ya îro û sibê ye, evîna wê ya heta hetayê ye.. Ew ê tu carî lekeyekê neyne ser vê evîna pîroz. Ji ber wê ye ku Edûlê bi ser delalê dilê xwe de wisa dilorîne:  
 
“Delal ez nemînim

Di pişt te re, delal ez nemînim

Qehweya yemenî ji kesî re nakelînim

Li Dîwana Paşayê Milan nagerînim

Bejin û bala xwe ji kesî re naxemilînim

Li ber darê dergûşê rûnanim û nahejînim

Ez ê bi serê çiya kevim bilîrînim

Her û her bêjim delal...”
 
Çi bi serê Dewrêş de hatibû? Çima herdu evîndar di saxiya xwe de negihîştibûn hevdu, lê di ber mirinê de, Edûlê tê û mêrxasê Berriya Milan tev li brînên wî yên xedar hemêz dike?
 
Bûyera ku li jorê me behsa wê kiribû hema bibê sê sed sal berê diqewime. Malbata Dewrêş Êzidî ne. Ji Eşîra Şerqî ne. Ji Çiyayê Şengalê ne. Bi sorkirina Padîşahên Osmaniyan Mîrê Botan her tim di şerê Êzidiyan de ye. Zor û zulmê li wan dike. Eşîra Şerqî bi xwe jî ji wê zor û zulmê nesîbê xwe digrin. Lê derfetekê bi dest dixin, gelek şervanên Mîrê Botan dikujin û ji Çiyayê Şengalê direvin, tên li Çiyayê Qerejdaxê xwe dispêrin Mîrê Milan.
 
Mîrê Milan dixwaze ji mêrxasiya Yêzidiyan sûdê wer bigre, loma di nav konfederasyona eşîrên Milan de cî dide wan. Di şer û cerdan de wan dide pêş, Mîrê Milan bi mêrxasiya wan serbilind e. Havînan bi hev re derdikevin zozanên Qerejdaxê û zivistanan bi hev re dadikevin germistana Wêranşarê. Di heman salan de bi navê Dewrêş kurrekî Evdî û bi navê Edûlê jî keçeke Mîrê Milan tên dinyê. Konên wan nêzî hev in, zarok bi hev re mezin dibin.
 
Êdûl dibe keçeke ku xweşikayiya wê li ser zar û zimanan e. Dewrêş di nav hemsalên xwe de her tim li pêş e, mêrxasekî gurçikpola ye. Her ku Edûlê dibişire dilê Dewrêş dikele. Û dilê Edûlê jî pê re diperpite.. Ji dûr ve bi çavan hevdu dixwin, lê di nav civatê de her tişt li gorî orf û edetan e.


 Edûlê evîna xwe ya rojên pêşîn wisa tîne ser ziman:
 
“Ez nizanim, ne eşqê canê min girt

Nizanim ne lingê min li sola delal likumî

Bejina min li pêşiya lawikê Êzidî dihijhijî

Qehwa Yemenê bi ser delalê mala bavê min de rijî”


 
Lê kela dil di ser re diçe.. Dewrêş êdî nikare evîna dilê xwe veşêre.. Di nav hevalan de gava pesnê xwe dide dibêje “ Ez kilê çavê Edûlê me.” Ev gotin çawa ku diçe guhê Mîr fermana wan derdixe û eşîra Şerqî ji wê derê diteriqe diçe.
 
Roj diguhere, sal derbas dibin. Li Berriyê zuwahiyeke dijwar heye.. Bîrên avê  hemû di bin destê eşîrên Milan de ne. Eşîrên Ereb û Tirkmen ji vê rewşê gelek aciz in. yekîtiya xwe çêdikin, artêşeke xurt ava dikin û berê xwe didin Mîrê Milan.


Mîrê Milan dikeve rewşeke gelek zor.. Di nav eşîrên wî de mêrxasên ku berê xwe bidin vê artêşa xurt dernakevin. Mecbûr dimîne, qîza xwe ya Edûlê davêje mazatê. Dibêje kî ku berê xwe bide vê artêşê û wan ji hev belav bike ez ê qîza xwe bidimê. Lê tu kes qayîl nabe. Aqilmend derdikevin dibêjin xeberê bişîne ji Dewrêşê Evdî re.  Dewrêş piştî hildana xeberê bi lez û bez tê.
 
Edet wisa ye, Edûl fîncana qehwê di dîwana mîr de digerîne kî ku qehwê hilde û vexwe ew ê bibe serkêşê şer. Dewrêş li dîwanê rûniştiye, lê Edûl zû bi zû fîncanê nêzî wî nake. Lewra dizane ku çûyina vî şerî heye vegera wî tune ye. Piştî ku li hemû dîwanê digerîne û tu kes fîncanê hilnade, ji mecbûrî tîne ber wî, Dewrêş bêyî ku lê bifikire Fîncana qehwê hildide û bi ser xwe ve dike.
 
Dewrêş bi çend hevalên xwe re diçe ser eşîrên Ereb û Tirkmenan. Li rasta Wêranşarê li dora girê Edşanê şerekî dijwar diqewime. Ev sê sed sal e hîn jî behsa mêrxasiya Dewrêş û hevalên wî tên kirin. Li hemberî artêşeke gelek mezin, berxwedaneke bi nav û deng didin. Di paşiyê de hemû lehengên diçin şer dimrin lê paşê eşîrên Milan digihîjin hewariya wan û dijmin ji ser axa xwe diqewirînin..
 
Dewrêş di şer de brînên xedar digre, gava hewarî digihîje wan êdî li ber mirinê ye. Edûlê digihîje ser wî, serê wî dide ser çoka xwe û kul û kederên nava dilê xwe usûl bi usûl bi ser de dirijîne. Û ev sê sed sal e, dengê Edûlê ji kerrika guhê me dernakeve..

 
“Hey lo lo delal..

hey lo lo delal..”
 
Di ser şerê Dewrêşê Evdî re sê sed sal derbas bû. Piştî wî şerî eşîrên Kurdan bi serbilindî li zozan û deştên xwe geriyan. Mêrxasiya Dewrêş, Edûlê bi dest nexistibû lê berrî û zozanan bi dest xistibû. Bi gotineke din Dewrêş evîna  axa welatê xwe, di ser evîna dilê xwe re girtibû. Îro, dîsa li Berriya Berazan, li Berriya Milan, li Berriya Kîkan li ser axa Kurdan aloziyeke mezin heye..
 
Dîrok li benda mêrxasê xwe ye..


Anahtar Kelimeler: Dewrêşê Evdî

Bu habere yorum yapan ilk siz olun!

  • Ad Soyad:

  • Yorum:

  •  

    @name x

  • UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış, Türkçe karakter kullanılmayan ve tamamı büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır. Ayrıca suç teşkil edecek hakaret içerikli yorumlar hakkında muhatapları tarafından dava açılabilmektedir.
    EN ÇOK YORUMLANANLAR
    BUGÜN
    BU HAFTA
    BU AY
    SAYFALAR
    KARİKATÜR
    SENDE YAZ
    Ziyaretçi Defteri
    Ziyaretçi Defteri

    Siz de yazmak istemez misiniz?

    Ziyaretçi Defteri
    ARŞİV