06 Şubat 2016 Cumartesi

MERYEM XAN (1904-1949)

05 Ocak 2013, 13:38
MERYEM XAN (1904-1949)
Mehmet Afşar
 MERYEM XAN


(1904-1949)


Meryemxan di sala 1904’an de li Dêrgula Şirnexê tê dinê. Ew qîza mihemedê Ehmedê Botî ye. Meryemxan perwerdehiya xwe ya hunerî ,li zozan, gund , dawet û civatên dengbêjên kurdistanê dibîne . Dema ku dewleta Osmanî belav dibe berê xwe dide Sûrî û li wir bi cih dibe. Meryemxan li Sûrî Celadet û Kamûran Bedirxan nas dike. Malbatên wan dibin dost diçin û tên cem hev. Di vê navberê de ew û ciwanekî malbata Bedirxaniyan ji hev hez dikin û bi hev re dizewicin. Hevjînê Meryemxan destûrê nade ku stranan bêje. Dibê em malbateke navdar û mezin in yan stran yan jî zewac yekê ji xwe re bibijêre. Meryemxan jî neçar dimîne dibê ez bê huner najîm û dawiyê li zewaca xwe tîne û hunera xwe didomîne.



Meryemxan jina kurd a yekemîn e ku strana kurdî tomar kiriye. Ji 200’î zêdetir stranên wê hene . Li radyoya Bexdayê bi salan wek huermendeke qadroyî dixebite. Meryemxan bi xweşikahiya xwe, dengê xwe yê xweş û bi zerafeta xwe di dilê gel de cihê xwe digre. Meryemxan ji hevjînê xwe pir hez dikir lewma piştî ku hev berdan ew ê tu caran hevjînê xwe ji bîr nekir .

Meryemxan di sala 1924’an de diçe Zaxoyê demekê li mala Ûsivê Şemdîn Axa dimîne . Li ser Dêrgula ku lê mezin bûyî stranan dibêje . Lê jibîrnekirina hevjînê wê di dilê wê de dibe êşeke mezin. Di sala 1936’an de ji Zaxoyê diçe Mûsilê li wir demeke kin dimîne û diçe Bexdayê li cem mala qîza apê xwe Elmas Xanê bi cih dibe.



Elmas Xan bi îngilîzekî dewlemend re zewicîye. Mala Elmas Xanê wê demê cihekî ku siyasetmedar û hunermend lê diciviyan bû. Ev mal ji bo hunermenda nemir bû weke dibistanekê. Li vê malê hunermendên weke Mihemed Arifê Cizrawî, Hesen Cizrawî,Nesrîn Şerwan(şirnaqî) Ali Merdan, Tahir Tofik, Said Axayê Cizîrî ,Fewziyê Mihemed û gelek stranbêjên Kurd nas dike. Di nav van stranbêjên mezin de rojekê dest bi gotina stranan dike. Stranbêj matmayi dimînin li ber xweşiya dengê meryemxanê. Hem hestiyar dibin hem jî hurmetê didinê. Stranbêjên qedirgiran di nav xwe de ji meryemxanê re cih vedikin û di şevên stranan de meryemxan di serê civatê de cihê xwe digre.



Meryemxan rojekê li taxa Bab el Şerqî ji xwe re xaniyekî kirê dike û ji keçmama xwe destûrê dixwaze, spasiya xwe dike, ji ber ku kiriye mêvanê xwe. Wê demê şirketên îngilîzan ên bi navê Beyzafun ,Ebolkelp û Ûdyon muzikê tomar dikin. Meryemxan plaqa xwe ya yekemîn tomar dike di pey re yên dinê tên. Di her plaqê de stranek heye. Taybetmendiyeke meryemxan jî ew e ku jina Kurd a yekemîn e ku bi zaravayê kurmancî plaq derxistiye. Bi zaravayê soranî jî Dayika Cemal plaqa yekemîn derxistiye; lê ev tenê di ansîklopediyan de maye. Meryemxan dema ketî radyoya bexdayê gelek stranên kurdî berhev dike, stranên di nav gel de tên gotin di radyoyê de dide weşandin û di bîra Kurdan de cihê xwe digre.

Meryemxan di sala 1949’an de ji gurçikên xwe nexweş ketiye. Di nexwşxaneya Mir İlyas a ku li Bexdayê ye tedawî dibîne. Di wan salan de Meryemxan pir xemgîn û tenê bû. Ne dixwest tu kes were cem wê. Bijîşkan tu çare nedît û di sala 1949’an de li nexwşxaneyê çû ser dilovaniya xwe. Elmas Xan di der barê Meryemxanê de wiha dibêje:Meryemxan di wan salan de pir xemgîn û tenê bû, ne dixwest bijişkê wê jî were cem. Rojekê Bijîşk dibêje, derdê xwe bavêje û bi wê re nîqaş dike şeqamekê li Meryemxanê dixe . li ser vê kêlên birîna wê vedibin xwîn diherike û Meryemxan jiyana xwe ji dest dide.

Hunermenda mezin bi merasîmeke mezin li goristana şêx maruf hate defin kirin.Di merasîmê de ji hunermendan;Mihemed Arif Ciziri,Nesrîn Şêrwanî,Elmas Xan, Hesen Czirî,Elî Merdan,Fewziyê Mihemed û ji radyoya Bexdayê gelek hunermend û nivîskarên Kurd cih digrin.

Nîşe:

Hnermendê ku meryemxan ji nêz ve dîtî yek jê jî Mihemed Arif e.Mihemed Arif Cizrawî, di hevpeyvîna ku bi radyoya Bexdayê re kirî de wiha dibêje: Cil û bergên Meryemxanê modern bûn; lê rih, huner û jiyana wê kurdî bû. Girêdayî edetên kurdî bû. Dema stran digot ji dil û can digot, bedena wê hemû bi stranê re tijî dibû. Meryemxan dengekî hosta ye . Di strana Meryemxanê de otantîzm,esalet , gewriya kurdî a orjînal û dengê jina Kurd a bindest heye. Dengê wê alto ye. Gewriyeke paqij li ser e. Di kîtekirinê û hevokê de zimanê wê zelal û xweşik e. A heri balkêş di dengê Meryemxanê de xemgînî û bêrîkirin heye. Di straneke lezok de jî mirov vê hîs dike.


HINEK STRANÊN MERYEMXANÊ GOTINE:


Lawik :

1-Wer helîmê 
2- Bavê Koroxlî
3- Mihemed Selîm zavakî taze
4- Were Domam
5- Gewra min tu yî 
6- Siwarê me siwar bîne
7- Mihemedo Ronî 
8- Sêvê û Hecî Elî
9- Lê lê yadê rebenê 
10- Hesenê Osman
11- Êlî Delal

BESTE:

1- Qumrîk sêva Tucaran (bi Elmas Xanê re stiriye) 
2- Grê sîra bi sîr e (bi Mihemed Arifê Cizîrî re)
3- Hay berde berde (bi Hesen Cizîrî re)
4- Lê Lê Weso, lê lê Wesîlayê (bi M. Arifê Cizîrî re)
5- Heyla li min xerîbê
6- Gulşênî
7- Lê Dînê, Lê Dînê
8- Gulê wey nar
9- Êmo (bi Seîd Axayê Cizîrî û Elmas Xan re)
10- Mêremê
11- Ya li bin Biyê
Û hwd….

Bu içeriğe yorum yapan ilk siz olun!

  • Ad Soyad:

  • Yorum:

  •  

    @name x

  • UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış, Türkçe karakter kullanılmayan ve tamamı büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır. Ayrıca suç teşkil edecek hakaret içerikli yorumlar hakkında muhatapları tarafından dava açılabilmektedir.
    EN ÇOK YORUMLANANLAR
    BUGÜN
    BU HAFTA
    BU AY
    SAYFALAR
    KARİKATÜR
    SENDE YAZ
    Ziyaretçi Defteri
    Ziyaretçi Defteri

    Siz de yazmak istemez misiniz?

    Ziyaretçi Defteri
    ARŞİV